ED-DAQHALIYYE
Li ed-Deqhaliyyeya bajarê Misrê li ber avahiya Midûriyeta Ewlekariyê ya el-Mansurayê teqîn pêk hat. Di teqînê de 14 polês mirin û 96 kes jî birîndar bûn.
Ji Wezareta Tenduristiyê berpirsyarê bajarê Deqhaliyyeyê Mecdî Hîcazî daxuyanî da û destnîşan kir ku ji ber teqînê heta niha 14 kes mirine û 96 kes jî birîndar in.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin hildan di teqînê de aliyekî avahiya ewlekariyê hilweşiya, avahiya îstasyona sotemeniyê ya ku li ber ewlekariyê bû bi temamî hilweşiya û gelek wesaît jî şewitîn.
Di daxuyaniya Hîcazî ya berê de hatibû diyarkirin ku ji ber teqînê 8 polês mirine û Midûrê Ewlekariyê Samî el-Meynî jî di nav de 90 polês jî birîndar bûne.