Kesên ku di şerê li Kobanêyê de birîndar dikevin ji deriyê sînor ê li Sirûcê re tînin Tirkiyeyê û derman dikin.
Ekîba AAyê ya ku li herêmê wezîfeyê dike dîmenên kesên ku li wî aliyê sînor birîndar bûne û ji deriyê sînor ê Murşîtpinarê re derbasî Tirkiyeyê dibin kişand.
Ev nêzîkî mehekê ye ku di navbera milîtanên DÎŞIyê û komên kurdan de şer dewam dike. Kesên ku di şer de birîndar dikevin bi destê eqrebe û ekîbên tendirustiyê yên ji Sûriyeyê ve tînin ber deriyê sînor ê Murşîtpinarê.
Birîndaran bi çardaran ve derbasî aliyê Tirkiyeyê dikin û paşê hêzên ewlekariyê kontrola nasnameyê dikin. Dema destûrê didin ku birîndar derbas be gazî ekîbên serwêsa bilez a 112ê dikin û ji wir sewqî nexweşxaneyên li Sirûc û bajarên din dikin.
Hat dîtin dema ku birîndaran derbasî aliyê Tirkiyeyê dikin tevdîrên ewlehiyê tên zêdekirin.