2015 ж. 24 қазан•Rojanekirin: 2015 ж. 25 қазан
ÎDLIB
Li wilayeta Îdlibê ya ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê nûçegihanê serbest Wesîm el Adilê (28) ku li Anadolu Agencyê jî xizmeta wêneyan dida, di bomberana ûris de mir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin Adil îro berdestê nîvro li Bînîna herêma Îdlibê ji ber ku di dema êrîşa hewayî ya ûris de perçeyên şerapnelê li bedena wî ket, mir.
Êrîş dema ku Adil hewl dida ji bo ku dîmenên bombebarana ûris bikêşe bigihêje herêmê hat kirin.
Cenazeya rojnamevanê ciwan li Marit el-Nûmana navçeya Îdlibê hat definkirin.
Nûçegihanê serbest Adil geşedanên li başurê rojhilatê Îdlibê dişopand û xizmeta wêne û dîmenan dida AA û hin saziyên çapemeniyê.