ERBÎL
Helbestvan Şêrko Bêkes li bajarê Stockholmê di nexweşxaneya Karulînsayê de tedawiya penceşêrê didît. Helbestwanê Kurd duh di seetên nîvro de çû ber dilovaniya Xwedê.
Bêkes di sala 1940i de li Silêmaniyê ji dayik bû û pirtuka xwe ya helbestan a ewil di 1968an de weşand. Şêrko Bêkes lawê helbestvan Faik Bêkes bû û li Herêma Kurdistana İraqa Federal ji bo demekê weziriya çandê jî kiribû. Ji berhemên Helbestvan Şêrko Bêkes gelek hatin wergerandin Tirkî jî.