Nivîskar Gabrîel Garcîa Marquezê ku xwediyê xelata Nobelê ye mir.
Marquez li mala xwe ya li Meksîkoyê di 87 saliya xwe de mir.
Marquez di 31ê adarê de rakiribûn nexweşxaneyê û piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê derketibû.
Marquez bi navê "Tenêtiya Sedsalî", "Di Rojên Kolerayê de Eşq", "Duşema Sor", "Kes Tune Ji Serbaz re Name Binivîse", "Generalê Di Labîrentê De", "Eşq û Cinên Din" û "Behrevanekî Wenda" gelekî berhem nivîsand û di sala 1982an de Xelata Edebiyatê ya Nobelê wergirt. Marquez nêzî 30 sal e li Meksîkayê dijiya û berhema xwe ya dawîn a bi navê "Ji Bo Vegotinê Jiyîn" di sala 2002an de derket. Di vê berhemê de qala jiyana xwe dike.
Marquez li Amerîkaya Latîn bi nasnavê "Gabo" dihat nasîn û di serî de "Tenêtiya Sedsalî" berhemên girîng nivîsand.
Senarîst û rojnamevan Marquez di sala 1928an de li bakura Kolombiyayê li bajaroka Aracatacayê hatiye dinyayê.
Marquez li ber destê kal û pîra xwe mezin dibe, ji bo ku rojnamevaniyê bixwîne dev ji hiqûqê berdide. Rojnameya ku tê de dixebite di sala 1954an de Marquez dişîne Romayê û demekê li Parîs, New York û Barcelonayê dijî.
Marquez di sala 1980an de bi mebesta ku bi komeke gerîlla re têkildar e li Meksîkayê jiyana sirgûnê dijî. Paşê navbeynkariyê dike û di navbera hikûmeta Kolombiyayê û Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) de hevdîtin dest pê dike.
Marquez di edebiyatê de yek ji pêşengê ekola "realîzma efsûnî" ye û di sala 1982an de Xelata Edebiyatê ya Nobelê wergirt.
Romana wî ya herî navdar "Tenêtiya Sedsalî" ye ku tê de qala gundê Macandoyê dike û qala Bûendiayê ku ev gundî ava kiriye dike. Ji bilî vê romanên wî yên bi navê "Di Rojên Kolerayê de Eşq", "Duşema Sor", "Bablîsoka Pelan", "Behrevanekî Wenda" û "Ji Bo Vegotinê Jiyîn" li tirkî hatine wergerandin. Pirtûkeke wî bi navê "Sed sal tenyayî" bal bi kurdiya soranî hatiye wergerandin û yeka din jî bi navê "Serencama Mirinekê" bal bi kurdiya kurmancî hatiye wergerandin.
Marquez di sala 1958an de bi Mercedes Barcha re zewicî û 2 lawên wî hebûn û 30 sal bû li Meksîkayê dijiya.