Li Erzîncanê wesayîtek welgeriya, kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn

Erzincan
Li Erzîncanê wesayîtek ji rê derket û welgeriya, di qezayê da kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.
Wesayîta ku şofêrê wê Mevlut G. (53) û plaqeya wê 34 AK 7184 e li ser rêya Erzîncan-Sêwasê li nêzîkî devê rêya navçeya Refahiyeyê ji rê derket û teqle avêt.
Li ser cabdayînê cendirme, polês û ekîbên AFAD û tenduristiyê çûn cihê qezayê.
Di qezayê da şofêr, Ahmet G. (61) û Efendî G. (49) yên ku di wesayîtê da bûn, birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Refahiyeyê û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucek Gazî ya Zanîngeha Bînalî Yildirim a Erzîncanê.
Efendî G. yê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Refahiyeyê li hemberî hemû hewldanan ji mirinê nefilitî.
Hat ragihandin ku rewşa Mevlut G. û Ahmet G. jî giran e.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.