Orhan Sağlam
29 Îlon 2026•Rojanekirin: 29 Îlon 2026
Di Projeya Rêya Peravê ya Gola Wanê ya armanca wê ew e ku rêyên peravê yên li dora Gola Wanê bigîhîne hev da xebat dewam dikin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku beşeke 30 kîlomêtroyî ya di navbera Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê û Taxa Ayanîsê da bê temam kirin, ekîb li qadê bi awayekî dijwar dixebitin.
Piştî ku beşeke 20 kîlomêtroyî ya di navbera Otela Perwerdeyê ya Edremîtê û Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê da hat temamkirin û vekirin, di projeyê da niha armanc ew e ku îsal jî beşeke 30 kîlomêtroyî bê temamkirin.
Bi van xebatan va tê plankirin ku beşeke 50 kîlomêtroyî ya Rêya Peravê ya Gola Wanê ji bo hatin û çûyîna bênavber temam bibe.
Xebat bi rêvebiriya Serokatiya Daîreya Çêkirina Rêyan, Lênêrîn û Temîrê va bi 220 makîneyên kar û 270 karmendan ra tên meşandin.
Di qisma mayî ya sala bê da jî armanc ew e ku xebatên dora Ayanîs û Amîkê bên temamkirin û bi Rêya Ercîşê va bên girêdan.