Iraq ewê qada xwe ya asîmanî 3 rojên din jî girtî bihêle
At Ta mim
Iraqa ku ji ber êrîşên berdewam ên DYA û Îsraîlê qada xwe ya asîmanî, ji firînan ra girtûbû, biryar da ku vê maweyê 3 rojên din jî girtî dirêj bike.
Di daxuyaniya nivîskî ya Saziya Asîmangerî ya Sivîl a Iraqê da hat ragihandin ku ji ber berdewamiya girjiya li rojhilata navîn, biryar hatiye dayin ku qada asîmanî 72 saetên din jî ji firînan ra girtî be.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ev biryar dê heta 3yê nîsanê roja înê bi dema herêmî saet 12.00ê derbasdar be.
