Dinya

Artêşa Îsraîlê êrîşeke asîmanî ya nû bir ser herêma Dahiyeyê ya li başûrê Beyrûtê

Muhammed Emin Canik, Ethem Emre Özcan  | 27.03.2026 - Rojanekırın : 28.03.2026
Artêşa Îsraîlê êrîşeke asîmanî ya nû bir ser herêma Dahiyeyê ya li başûrê Beyrûtê

Beyrut

Artêşa Îsraîlê êrîşa asîmanî bir ser herêma Dahiyeyê ya li başûrê Beyrûta paytextê Libnanê.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ya li herêmê ragihand artêşa Îsraîlê Dahiye bombebaran kir.

Piştî êrîşê li Beyrût û hawirdora wê dengê teqînan hat bihîstin û ji cihê hedef hat girtin dûman bilind bû.

NNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Libnanê da jî hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê herêma Tehwîta el-Xadir a nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Refîq Herirî ya li Beyrûtê bombebaran kir.

Artêşa Îsraîlê bi şev 3 êrîş biribûn ser herêma Dahiyeyê ya ku wekî kelha Hîzbullahê tê zanîn û 2 kes miribûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.