BEXDA
Hat ragihandin ku li Bexdaya paytextê Iraqê di erîşên bi bombeyî yên ku li herêmên cuda hatin kirin de bi tevahî 14 kes mirin û 45 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlekariyê hilda li herêma el-Gadir a li rojhilatê Bexdayêye wesaîteke bombebarkirî hat teqandin. Di vê êrîşê de 4 kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn.
Hat gotin ku li el-Alleviya herêma Bexdayê di êrîşa ku birin ser otoparkekê de jî 2 kes mirin û 6 kes birîndar bûn.
Wî kesê ku agahî da nûçegihanê AAyê got ku li Bab -el-Mûazzam a herêma Bexdayê jî di nav bazara Hercê de bi motorsîkleteke bombebarkirî ve êrîş hat kirin û di bûyerê de 3 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa bi bombeyî ya ku li ez-Zaferaniyyeyê hat kirin de 3 kes mirin û 11 kes birîndar bûn û li el-Keradeya herêma ku li nav Bexdayê ye jî di êrîşa bi bombeyî de 2 kes mirin, 7 kes jî birîndar bûn.