15 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2015
WASHINGTON
Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry ji ber ku di rojên dawîn de di navbera îsraîlî û filistîniyan de pevçûn zêde bûn û banga aramiyê bike wê here Rojhilata Navîn.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê John Kîrby li wezaretê civînek li dar xist û pirsên der barê tundiya li Îsraîlê de bersivand. Kîrby got ku rêvebiriya Amerîkayê him bi hikûmeta Îsraîlê û him jî bi hikûmeta Filistînê re hevdîtinên xwe didomîne û ji ber ku di rojên dawîn de di navbera îsraîlî û filistîniyan de pevçûn zêde bûn Wezîrê Karên Derve John Kerry ji bo ku banga aramiyê bike wê here Rojhilata Navîn.
Kîrby got ku dema ziyareta Wezîr Kerry hê ne eşkere ye û ji bo ku li wir aramî pêk bê ew dixwaze herdu alî gavên teqez biavêjin.
- “Êrîşa li Dîmonayê ya li ser filistîniyan terorîzm e"
Ji hêla din Kîrby got ku li bajarê Dîmonaya ku başûrê Îsraîlê cihûyan filîstinî kêr kirine û ev jî çalakiyeke terorê ye.
Kîrby got ku haya wî ji vê bûyerê tune û ew naxwaze der barê her bûyerê de biaxive lê ew êrîşên bikêr û kuştinê wek terorîzm bi nav dike.