Sevim Hatun
15 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2015
SILÊMANÎ
Rêvebirê Tevgera Goranê Mihemmed Eliyê ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wî wekî berpirsiyarê bûyerên li navend û navçeyên Silêmaniyê qewimî dibîne ragihand ku wan derbarê vekişîna ji hikûmetê de biryarek hilneda ye.
Elî li navenda partiyê ya li Silêmaniyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku, ew ji ber ku beşdarî hikûmetê bûn poşman nînin û ji bo vekişînê jî biryar hilnedane.
Elî got ew îsal ji bo hilbijartinê ji welatiyan deng dixwazin û wiha dewam kir: "Piştî ku em tevlî hikûmetê bûn, çi ket ser milên me me bi cih anî. Ji bo em ji hikûmetê vekişin jî me biryar hilnedaye. Em difikirin ku hebûna xwe ya nav hikûmetê de bidomînin. Biryara vekişîn û mayinê jî ew ê Goran bide. Bi zordestiya partiyeke din em ji hikûmetê venaqetin."
Elî diyar kir ku destûr nedane ku Yûsif Mihemmedê Serokê Parlementoyê were Hewlêrê, "ev tevgera dijî wî nayê qebûlkirin" û wiha axivî: "Li gor destûra bingehîn a Iraqê û hemû zagonên din, ji bo hemû kesan serbestiya seyahetê heye. Lê ev hemû geşedan bi 23yê hezîranê ra eleqedar in. Ji ber ku serokatiya parlementoyê bi însîyatîfa xwe tevgeriya û nîşan da ku ewê di bin tesîra partiyan de nemîne, PDKyê ew hedef nîşan da."
Elî, derbarê sûçdarkirinê de got ku encax daraz dikare biryarê bide ku kî berpirsiyar in û wiha axivî: "Dikarin li kesên ku ji aliyê ewlehiya Silêmaniyê ve hatin binçavkirin binêrin, ka ew kî ne. PDK dikare derbarê wan de agahiyan hilde."
Elî got ku sedema çalakî û protestoyan qeyrana aborî û nedayina mehaneyan e û destnîşan kir ku sedema van jî ne Goran e, siyaseta ku PDK dişopîne û birêve dibe ye.
- Tevgera Goranê (Guherîn)
Noşîrvan Mistefayê ku li HKIyê bi salan alîkarê Celal Talabanî bû, di sala 2009an da Goranê damezirand. Goran heman salê beşdarî hilbijartinan bû û 24 parlementer derxistin. Goran bi hejmara parlementerên xwe li herêmê piştî PDKyê, bû duyemîn partiya ku herî zêde parlementerên wê hene. Goran beşdarî hikûmeta koalîsyonê ya ku partiyên din jî di nav da ne bû û di heman demê de bû şîrîkê herî mezin ê PDKyê yê desthilatdariyê.
Tê gotin ku Noşîrvan Mistefayê Serokê Goranê nexweş e û li Îngilistanê tê tedawîkirin. Goran, wekî berpirsiyarê bûyerên şidetê yên ku li navend û navçeyên Silêmaniyê destpêkirin tê dîtin. Goran jî wekî YNKyê bi nêzîkahiya xwe ya bi Îranê ve tê zanîn.