Dinya

Li Herêmê dê pergala elektronîk neyê bikaranîn

Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Serbixwe ya Herêma Kurdistana Iraqê biryar da ku ji bo hilbijartinên parlementeriyê yên ku dê di 30yê îlonê de li herêmê bê kirin pergala elektronîk neyê bikaranîn.

Elif Orhan  | 25.05.2018 - Rojanekırın : 25.05.2018
Li Herêmê dê pergala elektronîk neyê bikaranîn

Arbil

HEWLÊR

Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Serbixwe ya Herêma Kurdistana Iraqê biryar da ku ji bo hilbijartinên parlementeriyê yên ku dê di 30yê îlonê de li herêmê bê kirin pergala elektronîk neyê bikaranîn.

Berdevkê Komîsyona Hilbijartinê Şivan Zirar li Hewlêrê civîna çapemeniyê kir û got ku "Di hilbijartinê de dengdayîn û pişt re ji bo eşkerekirina encaman bi tu awayî dê pergala elektronîk neyê bikaranîn."

Zirar qal kir ku dê encamên hilbijartinê dîsa wekî berê yek bi yek bi destan bê jimartin û got ku ev biryar bi piraniya dengan ji aliyê endamên komîsyonê ve hat sitandin.

Li Iraqê di hilbijartinên giştî ya ku di 12ê gulanê de hatin kirin de di dîroka welêt de cara ewil pergala elektronîk hatibû bikaranîn. Gelek partiyên siyasî yên li Silêmanî û Kerkûkê îdia kiribûn ku di pergala elektronîk de hîle hatiye kirin û deng hatine dizîn.

Hilbijartinên parlementeriyê yên ku dê di 30yê îlonê de li Herêma Kurdistanê bên kirin dê li bajarên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê bên kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.