Dinya

Li Kerkûkê di navbera hêzên ewlehiyê û DEAŞê da şer

Di şerê li başûrê bajêr qewimî da 8 êrîşkarên xwekujiyê hatin kuştin û 4 polês jî birîndar bûn.

Abdullah Tel  | 25.05.2018 - Rojanekırın : 26.05.2018
Li Kerkûkê di navbera hêzên ewlehiyê û DEAŞê da şer

At Ta mim

KERKÛK 

Li başûrê bajarê Kerkûka Iraqê di operasyona ku hêzên ewlehiyê birin ser mensûbên DEAŞa rêxistina terorê da yek jê jin 8 êrîşkarên xwekujiyê hatin kuştin û 4 polês jî birîndar bûn.

Midûrê Polêsan ê Kerkûkê Elî Kemal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di operasyona li başûrê bajêr li dar xistin da 8 êrîşkarên xwekujiyê berteref kirin.

Kemal got ku hêzên ewlehiyê dema operasyon li nêzî bajaroka Riyadê birêva dibirin bi mensûbên DEAŞê yên xwe veşartibûn ra ketin şer û wiha pê da çû: "Di dema şer da yek jê jin 8 êrîşkarên xwekujiyê teqemeniyên li ser xwe teqandin û di encama êrîşê da 4 polês birîndar bûn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.