QAHÎRE
Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry li paytextê Misrê Qahîreyê piştî hevdîtinan daxuyaniyek da û wiha got: "Ji bo ku sivîlên Misirê di dadgehên sivîl de bi dadmend û eşkere bên darizandin em û Wezîrê Karên Derve yê Misirê Nebîl Fehmî li hev hatin."
Kerry got: "Ger ku Misir bi hikûmeteke sivîl, bijarte û demokratîk bê temsîlkirin, têkiliyên di navbera her du welatan de dê baştir bibin."