Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê (RMMS) daxuyand ku yekîneyên Esed ji hewa û bejayê êrîş birin li ser mûxalîfan û di encama êrîşan de 2 jê zarok, 6 jê jin bi tevahî 55 kes mirin.
Li gor agahiyên RMMSyê ya ku navenda wê li Londonê ye, hêzên rejîmê êrîş li cihên ku mûxalîf lê zêde dijîn kirin û di encamê de li Şamê 21, Derayê 10, Helebê 8, Xûmûsê 7, Îdlîbê 4, Deyrû'z Zorê 4 û li Xamayê kesek, li giştiyê welêt bi tevahî 55 kes mirin.
Ji aliyê din ve ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê SANAyê diyar kir ku di encama operasyonên ji aliyê hezên ewlehiyê ve, li giştiyê welêt hatin kirin de, gelek hêzên çekdar ên biyanîhatin îmhakirin, gelek wesayît hatin şewidandin û çekên wan jî hatin bidestxistin.