ÎSLAMABAD
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hat girtin, Mevlana Azam Tarik diyar kir ku Hekîmûllah Mesûd di êrîşa ÎHAyê de mir. Mevlana Azam Tarik destnîşan kir ku ji bo pêşengekî nû bê bijartin şûrayê hîn biryar neda ye û pêşengê nû dê di nav 2-3 rojan de bê diyarkirin.
Ji aliyê din ve Wezîrê Enformasyonê yê Pakistanê Pervez Raşîd ji rojnamevanan re daxuyanî da û wiha got: "Dê êrîşa ÎHAyê hevditînên ku bi TTPê re tên meşandin asteng neke. ÎHAyê vê carê derbe li hevditînên aşitiyê xist, lê em destûrê nadin ku pêşiya aşitiyê bê girtin."