Serokkomarê Misrê Mursî yê ku piştî derbeyê ji wezîfeya xwe hatibû bidûrxistin û ev 4 meh in girtiye, cara ewil tê darizandin. Mursî û gûmanbarên din ji bo darizandinê anîne Akademiya Polîsan ya Qahîreyê.
Midûrê Ewlekariyê yê Kahîreyê Ûsame es-Sagîr diyar kir ku Mûrsî û bersûcên din gihîştin salona dadgehê ya Akademiya Polêsan û di çarçoveya doza "li ber serokomariyê kuştina hin xwepêşandaran" de dê bên darizandin.
Rojnamevan û parêzerên destûr hatiye dayîn ku bikevin salona dadgehê derbasî salonê bûn.
Hat dîtin ku hêzên ewlehiyê li ber deriyê mezin a salona danişînê barîkat çêkirine ku tu kes negîhîje derî.
Qada Tahrîrê jî dema ku Mursî hate Akademiya Polêsan hate girtin.
Kesên ku dê bi Mursî re bên darizandin ev in:
-Alikarê Midûrê Taybet yê Serokomarê Berê Esad Muhammed Ahmed Şeyha
-Sekreterê Serokomariya Berê Ahmed Muhammed Abdulati
-Musteşarê Ewlekariyê yê Serokomariyê Eymen Abdurauf Ala Ahmed (Eymen Hudhud)
-Revebirê İxwanê û Endamê Lijneya Birevebiriya Partiya Edalet û Azadiyê Muhammed el-Bîltacî
-Alîkarê Serokê Partiya Edaletê û Azadiyê Muhammed Huseyîn Aryan
-Mufettîşê îdarî yê bajarê Şarkiyyeyê - Ala Hamza Ala Seyîd
-Endazyarê Petrolê Raza Muhammed Savi
-Dîplomat Lemlum Makavî Cuma Afîfî
-Mamoste Abdulhakîm Îsmaîl Abdurrahman
-Karker Hanî Seyyîd Tevfîk Seyyîd
-Derhêner Ahmed Mustafa Hûseyîn Abdulmugîr
-Aktîvîstê siyasî, nûçegihanê Kanala 25ê ya Misrê Abdurrahman Azuddin Henî
-Tê gotin ku Vaîz e û Endamê Îxwanê ye, Vecdî Abdulhamîd Muhammed Ganîm
Ji 30 parêzerên ku dê Mursî û kesên din biparêze re destûr bi tenê ji bo 14 parêzeran hat dayîn.
Ji hêla din, di nav 24 saetan de 2 caran biryara qedexekirinê hat dayîn ku kurê Mursî Ûsame Muhammed Mursî dernekeve derveyî welêt.
Li gor agahiyên nûçevanê AAyê Ûsame Muhammed Mursî duh serê sibê çû Balafirgeha Kahîreyê ku here Kuala Lumpura ku paytextê Malezyayê ye lê şaxa ewlekariyê destûr neda.
Cara duyem jî dema ku çû dîsa hate sekinandin û Mursî negîhîşte balafirê û neçû.
Mursî ji nûçegîhanê AAyê re got ku ew ji ber teza xwe ya doktorayê dixwaze biçe Malezyayê. Eleqeya çûyina wî bi darizandina bavê wî re tuneye.