QAHÎRE
Li gor agahiyên çavkaniyên Îxwanê, li bajarên Kalyûbiyê û Qahîreyê 4, 3 li Asvanê, 8 li Asyûtê, 6 li Feyyûmê, yek jî li Suveyşê endamên Îxwanê ragirtin binçav.
Ji aliyê din ve Midûrê Ewlehiyê yê bajarê Asvanê Hasan es-Sûhacî diyar kir ku, di 14ê tebaxê de li bajêr wezîfedarên ewlekariyê hatin kuştin. Piştî jêpirsînê eşkere bû ku ji 5 kesên ku hatine girtin 4 jê endamên Îxwanê ne.
Diserdagirtinên li bajarê Benî Sûveyfê jî yek jê ajokarê Mûhammed Bedîî bi tevavî 2 endamên Îxwanê di gel peywirdarekî Partiya Dad û Azadiyê (PDA) hatin binçavkirin.
Kampanyaya ragirtina binçav ya der barê kadroyên endam û serokên Îxwan û HAPê de dewam dike.