BRÛKSEL/PARÎS
Li Brûksela paytextê Belçîkayê komkujiya li dijî derbenexwazan a li Misrê û êrîşa çekên kîmyewî ya ku li Sûriyê pêk hat, hatin protestokirin.
Protesto li Qada Shûman a ku avahiyên Komîsyona Ewropa û Konseya YEyê jî lê ne, hat kirin. Ji bilî welatiyên Tirkiyê û Misrê, welatiyên dewletên Ereban jî piştgirî dan protestoyan. Di çalakiyê de axivîn û YE hat protestokirin. Xwepêşandêran ji ber ku piştgirî dan gelê Misrê, ji Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Tirkiyê re spas kirin.
Li pêş Parlementoya Ewropayê li Qada Luksembûrgê komeke ji bo komkujiya ku bi çekên kîmyewî li Sûriyê hat kirin, protesto kirin. Xwepêşandêran rûpûşka xazê dan ber pozê xwe û di daxuyaniyê de diyar kir ku ji bo dawî li dîktatoriya Esed bê lazim e YE bi lez tevbigere û piştgiriyê bide gelê Sûriyê.
Li Parîsê protestoya Misrê
Çalakvanên ku li Qada Trocaderoyê kom bûn, di destê wan de wêneyên Serokomarê Misrê Mûhammed Mûrsî yê ku ji wezîfeyê hat dûrxistin û alayên Misrê ve komkujiyê protesto kirin.
Xwepêşandêran bi tiliyên xwe ve nîşaneya "Rabîa"yê kirin û bi zimanê fransizî û erebî dirûşmeyên "Kujer Sîsî", "Dîktator Sîsî" qêriyan.
Çalakvanan xwest ku Mûrsî vegere li ser wezîfeya xwe û bi vê daxwazê belav bûn.
Ji bilî van deran li Almanya, Urdun, Tûnûs, Xazze, Fas û Efxanistanê jî çalakiyên li dijî komkujiyê hatin lidarxistin.