ŞANLIURFA - Halil Fidan
Li Sûriyê nêzî 3 salan e ku şer dewam dike. Ji ber vê bi hezaran Sûriyî welatê xwe terk kir û koçî welatên din kir. Hin ji wan di kampan de dimînin û hin ji wan jî di malên ku ji xwe re kirê kirine de disitirin. Hêvîdar bûn ku rojekê vegerin welatê xwe.
Lê mixabin êrîşa çekên kîmyewî ya ku li Şamê hat kirin vê hêviya wan jî kuşt.
Serokê Platforma Alîkariya Sûriyê ya Şanliûrfayê Osman Gerem diyar kir, ji roja ku şer dest pê kiriye heta îro ji bo alîkariyê bigihînin Sûriyîyên ku xebatên xwe didomînin.
Gerem destnîşan kir ku Sûriyî wek "mêvan" hatin Tirkiyê û hêviya vegera welatê xwe her tim di dilê xwe de hewandin. Lê ji ber bikaranîna çekên kîmyewî ku şer zêde dewam kir û pênaberan jî vê hêviya xwe hêdî hêdî winda kir.
Kafîye el-Bedranê ku salek berê ji Hasekeya bajarê Sûriyê bi malbata xwe re hat û li taxa Eyyubiyê bi cih bûbû diyar kir ku wan canê xwe bi zorê xilas kirin û ji ber ku dibe venegerin welatê xwe jî pir xemgîn in.