MOSKOVA
6emîn Fûara Helalê ya Moskovayê ya Navneteweyî (Moscow Halal Expo 2015) ya ku Anadolu Agency jî bû hevkarê wê yê Ragihandina Global sibê li Moskovaya paytexta Rûsyayê dest pê dike.
Di fûara ku dê li Crocus-Expoya li Moscovayê were lidarxistin de mijarên mîna berhem û xurekên helal, madeyên tevlêkirinê, xizmetên restoranê û sertîfîkasyona xurekên helal cih bigrin.
Di fûarê de ji xeynî vê dê çendîn rûniştin û çalakiyên di warê maliye, bankagerî, sîgorta, veberhênanî, cilûberg û modeya Îslamî, çand û hunera Îslamî, dermansazî û tûrîzmê de werin lidarxistin.
Tevî fîrmayên ku li Rûsyayê di warê berhem û xurekên helal de fealiyetê dikin dê ji Tirkiye, Îran, Brîtanya, Pakistan, Erebistana Siûdî, Endonezya û Malezyayê jî fîrma beşdarî Moscow Halal Expo 2015ê bibin.
Fûara Helalê ya Moskovayê dê heya 23yê gulanê vekirî be.