31 Gulan 2016•Rojanekirin: 01 Hezîran 2016
PARÎS
Fransa îro dibe ku bikeve bin pêla grevê û digel vê li welêt kêmasiya benzînê jî dewam dike.
Li welêt 2 hefte berê di çarçoveya protestoyên zagona xebatê ya nû da kêmasiya benzînê dest pê kir, digel ku hikûmetê daxuyanî da ku wê roja duşemê çareser bikin, hê jî ev pirsgirêk dewam dike.
Li gor agahiyan li welêt ji xeynî Totalê ji 10 hezar û 271 îstasyonan li 3 hezar û 47 îstasyonî kêmasiya benzînê dewam dike.
Pirsgirêk bi taybetî li Parîs û derdora wê heye û hin îstasyon girtî û li ber yên vekirî jî dor heye.
Li welêt 8 rafînerî hene û li 6 heban grev bi qismî dewam dike. Bi taybetî li ser lîmana neftê ya li Le Havreyê tesîreke neyînî çêdibe.
Li Fransayê îro dibe ku greveke mezin dest pê bike û dibe ku di xizmetên rêya hesin û sektora rêhewayê pirsgirêk derkevin.
Ji dawiya adarê vir va di navbera sendîka û hikûmetê da li ser zagona xebatê ya nû rageşî derketiye û ji ber vê jî li Fransayê di hefteya dawîn da heyat sekiniye. Ji ber çalakiyên li rafîneriyan li gelek ciyan kêmasiya benzînê heye.
Li gor pêşnûmaya ku li ser nîqaş derket, heger were qebûlkirin wê saeta xebatê herî kêm ji 10 saetî derkeve 12 saetî.
Sendîka û rêxistinê karkeran daxwaz dikin ku hikûmet pêşnûmayê paşva bikşîne, heger nekşîne wê çalakiyan berdewam bikin.