Dinya

Jêpirsîna rojnamevanan ji aliyê servîsa îstixbaratê ya Fransayê ve

Yekeya Îstixbarata Navxweyî ya Fransayê (DGSÎ) bi îdiaya "eşkerekirina nihêniyên ewlekariya neteweyî" îfadeya 7 rojnamevanan sitend û ev ek li seranserê welêt bû sedema nîqaşan.

Ahmet Aydın  | 03.06.2019 - Rojanekırın : 05.06.2019
Jêpirsîna rojnamevanan ji aliyê servîsa îstixbaratê ya Fransayê ve

Ile-de-France

Ji ber ku 7 rojnamevanan nûçeyên derbarê bikaranîna çekên malê Fransayê di şerê Yemenê de belav kirin, Yekeya Îstixbarata Navxweyî ya Fransayê (DGSÎ) ev weke "eşkerekirina nihêniyên ewlekariya neteweyî" nîşan da û îfadeya wan sitend. Herçiqas vê yekê ji hikûmetê piştgirî jî sitendibe li seranserê welêt bû sedema nîqaşan.

Saziyên çapemeniyê Disclose û Radio Franceyê nûçeya ku digerandin bal belgeyeke nihênî bi tarîxa 25 îlona 2018an a Şaxa Îstixbarata Eskerî ya di bin banê Wezareta Berevaniyê de, hat îdiakirin çekên ku rêveberiya Fransayên firotine Erebistana Siûdî û Îmaratê li Yemenê li dijî Hûsiyan hatine bikaranîn.

Piştî vê 7 rojnamevanên ku derbarê çekên ku di şerê Yemenê de hatine bikaranîn nûçeyeke bi hûrgilî amade kirin, bi sedema ku "nihêniyên ewlekariya neteweyî eşkere dikin" ji aliyê DGSÎyê ve ji bo îfadeyê hatin bangkirin.

Rêveberiya Fransaya ku îdia dike giringiyê dide azadiya çapemeniyê piştgirî da vê bûyerê û vê jî bal kişandin ser xwe.

Ji aliyekî din ve hejmarek gelek sendîkayên parêzer û rojnamevanan nameyeke vekirî ji Dozegerê Parîsê Remy Heitz re şandin û daxwaza rawestandina pêvajoya edlî ya li ser rojnamevanan kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın