Êrîşa terorê ya li Ezazê
Li Sûriyeyê Ezaza navçeya Helebê duh êvarê êrîşa terorê ya bibombe hat kirin û hejmara sivîlên ku di êrîşê da mirin derket 21an
Ankara
Li bakurê Sûriyeyê Ezaza navçeya Helebê duh êvarê êrîşa terorê ya bibombe hat kirin û hejmara sivîlên ku di êrîşê da mirin derket 21an.
Li gor çavkaniyên Parastina Sivîlan (Kumsipî) li navenda navçeya Ezazê duh êvarê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşa terorê hat kirin û di vê êrîşê da hejmara kuştiyan derket 21an.
Hat gotin ku di êrîşê da herî kêm 45 sivîl jî birîndar bûn.
Hêzên ewlehiyê li ser îhtimala ku YPG/PKKya rêxistina terorê êrîş kiriye sekinîbû.