Dinya

Li Hollandayê hezar û 600 zarokên penaberan winda bûn

Li Hollandayê di nav 4 sal û nîvan da nêzî hezar û 600 zarokên li kampên penaberan winda bûn

İbrahim Atmaca  | 03.06.2019 - Rojanekırın : 06.06.2019
Li Hollandayê hezar û 600 zarokên penaberan winda bûn

Netherlands

Li Hollandayê di nav 4 sal û nîvan da nêzî hezar û 600 zarokên li kampên penaberan winda bûn.

Li gor nûçeya rojnameya NRCyê ya welêt, rojnameyê li ser zarokên penaber ên ku winda bûne lêkolînek kir û ji Dezgeha Xwedîkirina Penaberan a Navendî (COA) û Weqfa Nîcolasê ya ku wezîfeya wasîtiyê dike, agahî hatin berhevkirin.

Li gor van agahiyan da li welêt nêzî hezar û 600 zarokên penaber winda bûne û aqûbeta wan nayê zanîn. Li gor hin nîşaneyan ev zarok ketine destê bazirganên merivan.

Di nûçeyê da hat gotin ku li gor texmînê qismekî zarokan jî çûne cem eqreba û hevalên xwe yên li welatên Ewropayê yên cuda.

Hat gotin ku piraniya zarokên winda ji Fas, Efxanistan û Cezayîrê ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın