Netanyahu piştî êrîşa Beyrûtê gef xwar û got ew ê êrişên li ser Libnanê bidomînin
Quds
QUDS (AA) - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu daxuyand ew ê nehêlin ku Hizbullah dîsa hêza xwe xurt bike, gef xwar û got her çiqas agirbest hebe jî ew ê êrîşên li ser Libnanê bidomînin.
Serokwezîr Netanyahu der barê êrîşa duh a li ser Beyrûtê da got wan serokê şaxa eskerî yê Hizbullahê Heysem Elî Tabatabaî kuşt.
Netanyahu anî ziman ew ê nehêlin ku Hizbullah dîsa hêza xwe xurt bike, gef xwar û got ew ê êrîşên li ser Libnanê bidomînin.
Ji bilî vê, Netanyahu îdia kir ku hikûmeta Libnanê soza xwe ya bêçekkirina Hizbullahê bi cî neaniye.
Di daxuyaniya ku ji hêla Hizbullahê va hatibû dayîn da kuştina Tabatabaî ya ji ber êrîşa artêşa Îsraîlê hat piştrastkirin.
Roja yekşemê artêşa Îsraîlê agirbest binpê kiribû û êrîşeke hewayî biribû li ser herêma Dahiyeyê ya Beyrûta paytexta Libnanê. Di êrîşê da 5 kes hatibûn kuştin û 28 kes jî birîndar bûbûn.
- Serokê şaxa eskerî yê Hizbullahê Heysem Elî Tabatabaî hat kuştin
Ji hêla din, di êrîşa li ser herêma Dahiyeyê ya Beyrûta paytexta Libnanê da serokê şaxa eskerî yê Hizbullahê Heysem Elî Tabatabaî û 4 endamên rêxistinê hatin kuştin ku Hizbullahê navê wan eşkere kir.
Di daxuyaniya Hizbullahê da hat gotin ku Mistefa Esed El Berro, Rifat Ehmed Huseyîn, Qasim Huseyîn Bercawî û Îbrahîm Elî Huseyîn di êrîşa Dahiya da hatine kuştin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
