Dinya

Li Almanyayê kesekî li ser medyaya civakî dijî karmendan peyama "parazît"ê belav kir û polêsan li ser mala wî da girt

Erbil Başay  | 23.11.2025 - Rojanekırın : 25.11.2025
Li Almanyayê kesekî li ser medyaya civakî dijî karmendan peyama "parazît"ê belav kir û polêsan li ser mala wî da girt

Berlin

Li Baden-Wurttemberga eyaleta Almanyayê kesekî li ser medyaya civakî ji bo karmendan peyama "parazît" ê bi kar anî, li ser vê yekê polêsan li ser mala wî da girt.

Li gorî nûçeya rojnameya Dîe Weltê, kesekî bi navê M. di 29ê Îlonê da li ser medyaya civakî Xê ya ku navenda wê Amerîka ye peyamek weşand.

M. di peyama xwe da wiha got: "Na, her kesê ku ji hêla dewletê va tê fînansekirin rasterast bacê nade, ew bi van bacan dijîn. Her karmend, her siyasetmedar, her kesê ku di şirketa dewletê da dixebite, her kesê ku ji hêla dewletê va tê piştgirîkirin û fînansekirin. Her parazît bi eşkere bacê nade."

M. yê ku 45 salî û di qada tenduristiyê da dixebite ragihand li ser biryara ku di 11ê Mijdarê da hat dayîn polês di 13ê Mijdarê saet 06.00î da hatin mala wî.

M. got polêsan têlefona wî xwestiye û wî jî daye wan, polêsan ew birine qereqoleke Goppîngenê.

M. anî ziman ku di rê da polêsekî ji wî ra gotiye peyva "parazît"ê bi pirsgirêk e û bi vê peyvê va wî rasterast êrîşî însanan kiriye.

M. got ji wî xwîn hatiye xwestin ku li ser lêkolîna DNAyê bê kirin, lê wî qebûl nekiriye.

M. diyar kir ku der barê lêgerînê an jî hildana îfadeya wî da protokolek nedane wî û piştî prosedurên dadgehê polêsan ew birine malê.

Dadgeh û dozgeriyê bingeha sûcdarkirina M. ya "gel berûhev dide" rave nekirin, lê M. diyar kir ji ber ku wî di peyama xwe da peyva "parazît"ê bi kar anıye, ew hatiye sûcdarkirin.

Marcus Pretzellê parêzerê M. der barê karbûbarên polêsan da got ev karên "tewşomevşo û dereqanûnî ne" û hê destûr nehatiye dayîn ku ew dosyayê binihêre.

Di nûçeya rojnameyê da hat gotin ku peyva "parazît"ê ji hêla Naziyan va ji bo ku Cihûyan reş bike tê bikaranîn, M. têkiliya xwe ya bi sosyalîzma nasyonal ra înkar kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın