QAHÎRE
Li Misrê duh bi sed hezaran kes ji bo ku derbeyê şermezar bikin li Qada Ramses a paytext Qahîreyê kom bûn. Xwepêşandêrên ku li ser pira 15ê Gulanê û 6ê Cotmehê jî kom bûbûn, rastî êrîşên polêsan û komên sûcdar ên ku ji wan re dibêjin "baltecî" hatin.
Li paytext Qahîreya Misrê leşker û hêzên ewlehiyê li ser pira 6ê Cotmehê gule reşandin ser çalakvanên derbenexwaz.
Xwepêşandêrên ku ji bo revê tu cih nedîtin, di pirê re xwe avêtin.