AGRI
Li gorî agahiyan, li taxa Mehmet Akîf Ersoya girêdayê navendê, di şeva hineyê de berê çek û çifteya dan hewa û pê li tetîkan kirin. Ji guleyan hinek li Mehmet Keser (7) û Altin Kalkûç Koçê (27) ketin. Keser û Koçê ku bi guleyan giran birîndar bûn rakirin nexweşxaneya Dewletê yê Agiriyê. Ji birîndaran Mehmet Keser digel hemû mudaxeleyan mir. Koça ku li nexweşxaneyekê hemşîretiyê dike jî girtin bin tedawiya giran.
Termê Mehmet Keser ji bo otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî ya Trobzonê.