Li gor agahiyan li gundê Denîzgorena navçeya Yayladagiya Hatayê ya 100 mêtro nêzîkî sînorê Sûriyeyê guleyeke topê ket. Dema ku romorkeke motorekî ji herêmê derbas dibû gule li romorkê ket û 2 kesên ku di motorê de bûn, birîndar bûn.
Li cihê bûyerê lêkolînan dest pê kir.
-Daxuyaniya Walitiyê:
Walîtiya Hatayê daxuyand ku ji ber topê welatiyên M.T (54) û A.O. (26) yên ku di motorê de bûn birîndar bûne û ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Antakyayê. Walitiyê got ku ji ber vê wan jî top avêtiye.