ŞANLIURFA
Li Ceylanpinara Şanliurfayê ya ku nêzî sînorê Sûriyê ye, guleyeke nediyar li sînga ciwanekî ket. Ciwanê birîndar, çû li ber dilovaniya Xwedê.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, Mahsûm Ertûgrûlê (17) ku li ser Cadeya Cûmhûriyetê ber bi mala xwe diçû, tûşê guleyeke nediyar hat. Mahsûm Ertûgrûl birin Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan ya Perwerde û Lêkolînê. Her çiqas mudaxale lê hat kirin jî ji mirinê nefilitî.
Duh êvarê jî Mehmet Ertûgrûl (16) dema ku li mala xwe televizyon temaşe dikir, guleyek li serê wî ket. Mehmet Ertûgrûl rakirin nexweşxaneyê û di bin tedawiyê de ye.