ANKARA
Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan, beşdarî fitara Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê ya ligel xazî û merivên şehîdan bû.
Erdogan di fitarê de der barê pêvajoya çareseriyê de axivî û wiha got: "Hin kes dixwazin ku xwînrijîn, girîn û îstismar dewam bibe. Ew, bercewendiyên xwe li ser xwîne ciwanan ava dikin. Pêvajoya çareseriyê bi rijd didome lê ev kes nasekinin. Ji bo îstismarkirina pêvajoyê hemû tiştî dikin. Di vê navberê de xayîn jî nesekinîn. Em ji wan re serî natewînin. Dewleta Tirkiyê, ne dewleteke wisa ye ku li hemberî van hesbên piçûk, serî bitewîne."
Erdogan bangî malbatan kir û wiha pê de çû: "Divê hûn bizanibin ku pêvajoya çareseriyê, ne li dijî xatirê şehîdan e. Em tu caran tiştekî li dijî şehîdan nakin. Xatirê şehîdan ji bîrûbaweriyê bilindtir e, fikra me ev e. Li hemberî xatirê şehîdan tu qîmeta berjewendiyan, fikrên sîyasî û palkursiyan tuneye. Lewra piştî pêxemberan ritbeya herî mezin a şehîdan e. Zarokên we, zarokên me ne. Em bi rijd dimeşin û em ê wisa dewam bikin. Înşaelleh lîstikên li ser welatê me bi ser nakevin. Înşaelleh di dawiyê de dê biratî bi ser keve, Tirkiye bi ser keve.""
Serokwezîr Erdogan, got ku hin kes dixwazin di navbera mezheban de şer derxin û bûyera Reyhanliyê jî mînakek ji vê hewldanê bû. Erdogan, wiha dewam kir: "Lê em ê nekevin vê xefikê. Heke di navbera mezheban şer derkeve dê Tirkiye, xisareke mezin ji vê bibîne. Em ê bi vê yekê nexapin. Em ê bi hev re ber bi paşerojê ve bimeşin."
Serokwezîr Erdogan, got ku êdî di navbera Tîrk, Kurd, Laz, Çerkez, Gurcî, Abaza, Boşnak û Romanan de ferq nemaye û ji bo Xweda ji hemû kesî hez dikin. Serokwezîr, wisa dewam kir: "Hin kes dixwazin cudaxwaziyê bixin navbera mezheban. Reyhanli provaya vê bû. Hemû kiryarên bûyerê hatin girtin û bi awayekî eşkere li xwe mikur hatin. Lê em ê nekevin vê xefikê. Em ê bi hev re ber bi paşerojê ve bimeşin.
Serokwezîr Erdogan, qala lobiya faîzê jî kir û wiha dewam kir: "Min, çendekî berê ne belasebeb behsa lobîya ribayê kir. Ez bi tiştnan dizanim ku wisa dibêjim, lewra lobiyek heye ku hebûna vê li ser ribayê ye.Tedî ev kartên krediyê hene, van nesitînin. Binêrin ez ê ji we re mînakekê bidim. Navê wê ne lazim, hatiniya bankayekê ji bilî ribayê 600 tirîlyon e. Ev berberî hatiniya Zîraat, Halk, Vakif Bankê ye. Hûn dibînin bê lîstikeke çiqasî mezin heye ne wisa? Kî van pereyan dide? Dewlemend nadin, birayên me ên feqîr û fiqara didin. Divê em hemû bi hev re vê xefikê xera bikin. Heke her kes li gorî berîka xwe tev bigere, wê demê ev ê van pereyan bi dest nexin."