DIYARBAKIR
Li navçeya Lîceyê bi beşdarbûna 500 leşkerî li zeviyên kinfê operasyon hat kirin û di encamê de 3 milyon kokên kinfê hatin bidestxistin. Li gorî agahiyên bidestketî, bi rêveberiya Cendermeyên Fermandariya Herêma Diyarbekrê, li başûrê Lîceyê operasyon hat lidarxistin.
Li çoltara gundên Tepe, Kutluca û Kabakayayê li ser qadake 300 donumî operasyona kinfê hat lidarxistin. Di encama operasyonê de 3 mîlyon kokên kinfê hatin îmhakirin. Operasyon didome.