Berdevkê Ewlekarî û Têkiliyên Derva yê YEyê Maja Kocîjancîc di civîna ku li Komisyona Yekîtiya Ewropayê (YE) hat lidarxistin da êrîşên terorê yên li Tirkiyeyê nirxand û got, "Em bi tundî êrîşên terorê yên PKKyê şermezar dikin."
Kocîjancîc destnîşan kir ku ji ber bûyerên tundiyê yên ku li Tirkiyeyê diqewimin YEyê dixin fikaran, ji bo çareseriyeke mayînde divê hevdîtin dîsa dest pê bikin.
Kocîjancîc serxweşî da kesên ku di êrîşan da eqrebeyên wan mirin û got ku divê hikûmeta hilbijartinê ya berwext li Tirkiyeyê ji bo pêvajoya çareseriyê giraniyê bidin ser xebatên xwe û zêde bikin.
Kocîjancîc bi bîr xist ku li Tirkiyeyê di 2 salên ku derbas bûn da gavên gelek girîng hatin avêtin û wiha got: "Divê ev neyê windakirin. Ji bo pêşîlêbirîna şer û mirinan Pêvajoya Çareseriyê rêya herî rind e. Em piştgiriya xwe ya ji bo Pêvajoya Çareseriyê didomînin."