13 Adar 2018•Rojanekirin: 13 Adar 2018
ANKARA
Hat ragihandin di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da 12ê Adara 2018an navenda Efrînê hat dorpêçkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Serekaniyê da hat diyarkirin Operasyona Çiqlê Zeytûnê bi serkeftî tê meşandin û di operasyonê da baregeh, sitargeh, kozik, çek û wesaîtên terorîstan di hedefê da ne.
Hat destnîşankirin ku ji bona sivîl zirarê nebînin operasyon bi baldarî û hesasî tê kirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin li herêma operasyonê bi hevkariya Heyva Sor û AFADê xebat û alîkariyên ji bona sivîlan tên kirin û operasyon li gor nirxên eskerî û exlaqî dewam dike.
Hat destnîşankirin di operasyonê da ji xeynî PKK/KCK/PYD-YPGya rêxistina terorê DEAŞa rêxistina terorê jî di hedefê da ye.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ji bona operasyonê herêmên krîtîk hatine hildan û di 12ê Adara 2018an da jî navenda Efrînê hatiye dorpêçkirin.
Hat destnîşankirin ku ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê vir va Artêşa Tirkiyeyê 3393 terorîst berteref kirine.
- Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ya Sûriyeyê li Efrînê gundên Maxaracik û Dermeşkanliyê ji terorîstan paqij kirin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê yê li herêmê Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ya Sûriyeyê li Efrînê gundên Maxaracik û Dermeşkanliyê ji terorîstan paqij kirin.
Hêzên Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ya Sûriyeyê ji destpêka operasyonê heta niha li Efrînê 5 jê navendên beldeyê, 177 gund û 37 cî û warên stratejîk bi tevahî 214 herêm ji YPG/PKK-DEAŞê xilas kirine.
Efrîn tevî navenda navçeyê û Reco, Bilbil, Şêx Hedîd, Cindêres, Şêran û Mabatliyê ji 6 navendên beldeyan pêk tê.
PYD/PKKê beriya operasyonê ji ber îhtimala destpêkirina operasyonê hemû hêz û xeta parastinê daye navenda Efrînê da ku sivîlan wek mertal biemilîne. Rêxistin Ereb û Kurdên ku dixwazin derbasî herêmên di destê rejima Beşar Esed û mixalifên eskerî da ne bibin asteng dike. Ji ber ku sivîl tên astengkirin Neteweyên Yekbûyî (NY) bertekê nîşan dide.
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ya Sûriyeyê li Efrînê gundê Masaracik, Karabaş û Aşagi Kefer Daliyê ji terorîstan paqij kirin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê yê li herêmê Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ya Sûriyeyê li beldeya Malbatliyê ya li rojavayê bakurê Efrînê gundê Masaracikê, li beldeya Cindirêsê ya Efrînê gundê Karabaşê û li navenda Efrînê gundê Aşagi Kefer Daliyê ji YPG/PKK-DEAŞê paqij kirin.
Hêzên Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ya Sûriyeyê ji destpêka operasyonê heta niha li Efrînê 5 jê navendên beldeyê, 180 gund û 37 cî û warên stratejîk bi tevahî 217 herêm ji YPG/PKK-DEAŞê xilas kirine.
Efrîn tevî navenda navçeyê û Reco, Bilbil, Şêx Hedîd, Cindêres, Şêran û Mabatliyê ji 6 navendên beldeyan pêk tê û Malbatli jî hê nehetiye hildan.
PYD/PKKê beriya operasyonê ji ber îhtimala destpêkirina operasyonê hemû hêz û xeta parastinê daye navenda Efrînê da ku sivîlan wek mertal biemilîne. Rêxistin Ereb û Kurdên ku dixwazin derbasî herêmên di destê rejima Beşar Esed û mixalifên eskerî da ne bibin asteng dike. Ji ber ku sivîl tên astengkirin Neteweyên Yekbûyî (NY) bertekê nîşan dide.