2016 ж. 18 наурыз•Rojanekirin: 2016 ж. 19 наурыз
GAZÎANTEP
PKKya rêxistina terorê ya ku ji şerê navxweyî û tevliheviya li Sûriyeyê îstifade kir, li bakurê Sûriyeyê ku di destê PYDyê da ye di 33 kampên teze da perwerdeyê dide endamên xwe.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê wergirt, PKKyê demeke dirêj xebatên xwe li Qendîla li bakurê Iraqê meşand û ji meha hezîranê vir va di operasyonên hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê da rêxistinê li Qendîl û kampên li dorberê Qendîlê derbeyeke mezin xwar.
Rayedar û rêvebirên PKKyê yên li Qendîlê li bakurê Sûriyeyê li ciyên ku di destê PYDyê da ne bi cî dibin. PKK ji şerê navxweyî û tevliheviya li Sûriyeyê îstifade dike û li bakurê Sûriyeyê rêvebiriyê ji PYDyê distîne.
Fehman Huseyînê bi nasnavê "Bahoz Erdal" di 17ê tebaxa 2014an da hat herêma Karaçoga Sûriyeyê û xebat û karên PKK/PYDyê îdare dike. PYDyê bakurê Sûriyeyê kiriye 3 perçe û rayedar û rêvebirên PKKyê tîne ser îdarekirina kantonan.
Rêxistinê Sîpan Hemoyê bi nasnavê "Derwêş Suwar" aniye ser kantona Efrînê, Şivan Geverê bi nasnavê "Seyîd" aniye ser kantona Kobanê û Ferhad Ebdî Şahinê bi nasnavê "Şahin Cilo" jî aniye ser îdarekirina kantona Cezeriyê.
PKK/PYDyê bi taybetî piştî 2013yan da ku li bakurê Sûriyeyê herêmên Qamişlo, Dêrik û Dirbêsiyê bi dest xist, kampên xwe yên ku bi salan li Qendîlê bûn dikşînin van herêman.
- PKK/PYDyê li bakurê Sûriyeyê 33 kamp ava kir
Di van demên dawîn da PKK/PYDyê li bakurê Sûriyeyê 33 kamp ava kir.
Wek mayîn rêxistinê qampên li Sûriyeyê li gor perwerdeya ku tê dayîn li kantonan bi cî kir. Rêveberiya rêxistinê Qamişlo wek qaşo paytextê Rojavayê îlan kir û hêza xwe ya herî mezin li vê derê bi cî kir. Tê gotin ku li vê derê herî kêm 2 hezar milîtanên PKKyê hene. Rêveberiya qampa Qamişloyê jî di destê Ferhat Abdî Şahînê ku navê xwe xistiye "Şahîn Cîlo" û ji avakerên YPGya şaxa çekdar a PYDyê da ye.
Li Qampa Qereçoxa ku li rojhilatê Qamişloyê ye jî odeya kozmîk a rêxistina terorê heye. Fehman Huseyînê bi navê Bahoz Erdal ji vê derê rêxistinê rêva dibe. Ev qampa bi taybetî tê parastin û li vê derê hevdîtinên payebilind tên kirin û biryar tên sitandin. Endamên rêxistinê yên ku payebilind nînin nikarin têkevin vê kampê.
Mesut C. yê bi navê "Dîren" ê nîşangir ê ku li sînorê Sûriyeyê hatibû derdestkirin di îfadeya xwe da gotibû ku bi biryara ku li qampa Karaçogê hat hildan va ji bo piştgiriyê bide PKKê ji Sûriyeyê derbasî Sûra navçeya Diyarbekirê dibû.
Li kampên Tişrîn, Şêxler, Beyadiye û Çarixliyê perwerdeya çekdarî tê dayîn. Li van qampan 40 rojî perwerde tê dayîn.
- Li kampa "Rîmekanê" perwerdeya suîqast û nîşangiriyê tê dayîn
Li qampa Rîmelanê ya ku li hemberî Nisêbîna navçeya Mêrdînê ye perwerdeya suîqast û nîşangiriyê tê dayîn. Kesên ku ji nav rêxistinê bi taybetî tên hilbijartin li vê derê 3 mehan perwerdeyê dibînin. Rêxistin ji bo çalakiyên ku bi taybetî li Tirkiyeyê dike ji vê derê çalakvanan dişîne.
Erdal Dyê ku di 28ê tebaxê de li Rihayê 2 polês şehîd kiribû di îfadeyên xwe de îtiraf kiribû ku wî li kampa "Rîmelan"ê ya girêdayiyê Qamişloyê perwerdehiya sûîqastê dîtiye û ev yek jî rewşê nîşan dide.
Li "Dêrik" (El Malîkiyah)ê kesên ku nû beşdarî rêxistinê bûne û yan jî mensûbên rêxistinê yên li Qendîlê ne tên perwerdekirin. Li vê derê der heqê erdnigariya Sûriyeyê û eraziya wî de agahî tên dayîn. Mensûbên rêxistinê yên ku ji rêvebirê payebilind ê rêxistinê û qaşo berpirsyarê kampê Halîf El Mihemedê bi nasnavê "Sofî Nûrettîn" piştî ku perwerdehiya îdeolojîk û psîkolojîk jî hildan li gor qabiliyetên xwe ber bi kantonan ve tên birêkirin.
Semra Tya bi nasnava "Hêlîn" a PYDyî ku di 29ê sibatê de li texma Alanyûrta Sûrûcê teslîm bûbû jî di îfadeya ku dabû cendermeyan de gotibû di temûza meha par de li Çaya taxa Akdeniza navçeya Mêrsînê ji hêla 3 çekdaran ve hatiye revandin û herî ewil jî ew birine kampa Dêrikê. Ev yek jî bala meriv dikşîne.
Li kampa "Miştenûr"ê ya ku 15 kîlometre başurê Kobanêyê dimîne jî hewcedariyên lojîstîkî yên rêxistinê tên peydakirin. Ew çek û cebilxaneyên ku ji bo PYD li hemberî DAEŞê bikarbîne hatibûn dayîn li vê derê tên veşartin. Çek û cebilxaneyên ku li vê derê tên qeydkirin li ser daxwaza rêveberiya rêxistinê dibin kamp û cihên ku şer lê dewam dikin.
Kamp him nêzî baregeha hewayê ya Abû Naytûllahê ye û him jî nêzî bargeha hewayê ya ku wê DYA li gundê Harap Îşkê ser qadeke ji 35 hektarî pêk tê ava bikeye û ev yek jî kar û barê PYDê hêsan dike.
PKKya rêxistina terorê li kampa Karaçogê biryar dabû, ew çek û cebilxaneyên ku hin dewletan ji PYDê re bo li dijî DAEŞê bikarbînin şandibûn ji terorîstên li Tirkiyeyê ne re dişîne.