2016 ж. 16 наурыз•Rojanekirin: 2016 ж. 17 наурыз
WASHINGTON
Mark Tonerê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYAyê der barê amadehiya PYDya şaxa PKKya rêxistina terorê ya ji bo ku li bakurê Sûriyeyê federasyonê îlan bike de da zanîn ku DYA dê tu herêmên xweser an jî nîvxweser nas neke.
Toner di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiva pirsên der barê PYD li bakurê Sûriyeyê di nav rêxistinbûneke federatîf de ye, bersivand.
Toner diyar kir ku van nûçeyan dişopînin û got ku "Em ê li bakurê Sûriyeyê tu herêmên xweser û nîvxweser nas nekin." Toner qal kir ku piştgirî didin birêvebiriyeke ku dê yekîtiya Sûriyeyê biparêze û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ev rewş rewşeke wisa ye ku divê aliyên eleqedar ên li Cenevreyê bi hev re nîqaş bikin û biryar bidin. Di wateyeke berfireh de jî divê ji aliyê gelê Sûriyeyê ve bê qebûlkirin."
Toner li ser pirsa "Heke sûriyeyî bên bal hev û bixwazin ku dabeşî herêmên federal bibin gelo hûnê dijî vê yekê derkevin?" wiha axivî: "Ev biryareke wisa ye ku dê sûriyeyî bi xwe biryara vê yekê bidin."
Mark Toner da zanîn ku piştgirî didin rêxistinbûneke siyasî ya ku dê yekîtî û bihevrebûna axa Sûriyeyê biparêze û qal kir ku avabûna herêman dê ji bo vê yekê bibe asteng.