Türkan Tosun
13 Adar 2018•Rojanekirin: 13 Adar 2018
BRUKSEL
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got di navbera Tirkiye û Amerîkayê de têkiliyeke rasterast heye û ew ji ber vê kêfxweş in û wiha dewam kir: "Em ancax wiha dikarin ji ceribandinên li Sûriyeya bakur û Efrînê serkeftî derkevin."
Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg daxuyanî da nûçegihanê AAyê û der barê têkiliyên Tirkiye û NATOyê, Operasyona Çiqlê Zeytûnê, rewşa Sûriyeyê û peymana S-400î de axivî.
Der barê Operasyona Çiqlê Zeytûnê de Stoltenberg got Tirkiye ji ber ewlehiya xwe ya meşrû fikaran dike û NATO bendê ye ku Tirkiye bi maqûlî van fikaran bifikire û wisa tevbigere.
Stoltenberg got NATO piştgiriyê dide Tirkiyeyê û wiha axivî: "Ji ber piştgiriya wê ya NATOyê em ji Tirkiyeyê re spas dikin û li hember teror û bê îstiqrariyê em bi hev ra tevdigerin."
Ji bo peymana S-400î ya der barê sîstema parastina esmanî ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de jî Stoltenberg got hemû mutefîq der barê veberhênanên eskerî de kîjan biryarê didin û çi dikin ev biryara wan e, biryareke neteweyî ye.
Li ser pirsa "NATO di qadê de çima aktîf tevnagere" Stoltenberg wiha got: "Ji bo ku NATOli Sûriyeyê dakeve qadê tu bangewaziyek nehat kirin û ez ne bendê me ku wê bê kirin jî. Rewşa li Sûriyeyê pir tevlihev, talûke û zor e. Hin mutefîqên NATOyê ji xwe li Sûriyeyê qadê ne."
- "Esed bi piştgiriya Îran û Rûsyayê sivîlan hedef digre"
Stoltenberg got li Sûriyeyê mirov êşê dikşînin, tundî heye û wiha dewam kir: "Mirov mecbur dimînin ku malên xwe terk bikin. Bi taybetî li Xûtaya Rojhilat rejima Esed bi piştgiriya Îran û Rûsyayê sivîlan hedef digre."
Der barê têkiliyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê yên ku herdu jî endamên NATOyê ne de jî Stoltenberg got di navbera wan de têkiliyeke rasterast heye û ew ji ber vê kêfxweş in û wiha dewam kir: "Em ancax wiha dikarin ji ceribandinên li Sûriyeya bakur û Efrînê serkeftî derkevin."
Serokê Dewleta Rûsya Vladîmîr Putîn hefta borî hin çek dabû nasandin û ew wek "nayên têkbirin", "çekên xwedî menzîlên bêsînor" bi nav kiribû. Stoltenberg der barê vê daxuyaniya Putîn de got têkiliyên NATO û Rûsyayê xwedî du polîtîkayan e yek diyalog a din jî pêximkerî ye.
Stoltenberg got Rûsya cînar e, naçe tu derê û divê NATO bi Rûsyayê re têkiliyeke baş bimeşîne.