Ekrem Biçeroğlu
18 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2024
Hêzên asîmanî yên Amerîka û Îngiltereyê êrîşa asîmanî bir ser 5 bajarên Yêmenê.
Serokê Lijneya Rêveberiya Ajansa Nûçeyan a Hûsiyan SABAyê Nasreddîn Amir der heqê mijarê da li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê daxuyanî da.
Balafirên şer ên Amerîka û Îngiltereyê bajarên Sada, Zîmmar, Hudeyde, Taîz û Beydayê kirin armanc.
Der heqê êrîşê da zêdetir agahî nehatin parvekirin.
Hûsiyên li Yêmenê ragihandibûn, wan li Tengava Adenê keştiya Amerîkan "Ginco Picardie" bi çend moşekên deryayî rasterast kir armanc û lê da.
Rêveberiya Amerîkayê Tevgera Ensarullahê ya li Yêmenê wekî Hûsî tê zanîn, ji ber êrîşên wê yên li Behra Sor kiribû nav lîsteya rêxistinên terorê yên biyanî.