Dinya

Ji Amerîkayê bo milîsên Kaniyatê yên berpirsê qirkirina li Terhûneyê mueyîde

Abdullah Tel  | 26.11.2020 - Rojanekırın : 26.11.2020
Ji Amerîkayê bo milîsên Kaniyatê yên berpirsê qirkirina li Terhûneyê mueyîde

Washington DC

 Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê daxuyanî da û diyar kir wan milîsên Kaniyatê û pêşengê wan Mihemed el-Kanî yê ku berpirsê qirkirina sivîlên li Terhûneyê di gorên komî da hatin dîtin, hilda nav lîsteya kesên muayîde li wan tê kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Xezîneyê da hat gotin ku milîsên Kaniyatê yên nêzî Hafter in li herêmê tevlî qirqirinan beşdarî gelek sûcên wek kuştinên kiryar nediyar, îşkence, welatiyan ji cî û warê wan kirinê bûne.

Hat gotin ku Amerîka bi van gavên îro diavêje va dest danî ser mal û milkên Milîsên Kaniyatê û Mihemed El-Kanî yê ku li Amerîkayê ne.

Di çarçoveya biryarê da piştevaniya bidin rêxistinê, der barê mal û milkên pêşengê rêxistinê ku dest danîne serê da kar û xebatek kirin jî qedexe ye.

Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Steven Mnuchîn der barê mijarê da daxuyanî da û ragihand ku Amerîka li cem gelê Libyayê ye û li hemberî kesên ku li Libyayê mafên mirovan binpê dikin jî bi hemû derfetên di dest xwe da wê li dijî wan têbikoşe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.