Mustafa Melih Ahıshalı
18 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2024
Îranê gazî meslehetguzerê Pakistanê kir ku biçe Wezareta Karên Derva û der heqê êrîşa dijî eyaleta Sîstan-Belûcistanê da daxuyanî bide.
Ajansa Nûçeyan a Karkerên Îranî ILNAyê ragihand, Wezareta Karên Derva gazî Meslehetguzerê Pakistanê yê li Tehranê kir.
Hat diyarkirin, ji bo ku der heqê êrîşa artêşa Pakistanê ya duh bi şev a dijî eyaleta Sîstan-Belûcistanê da daxuyaniyê bide, wezaretê gazî peywirdarê Pakistanî kir.
Îranê ragihandibû, di êrîşa moşekî ya Pakistanê da ya dijî gundekî li herêma sînor, 3 jê jin û 4 jê zarok bi tevahî 7 kes hatin kuştin.