Fermandarê Hêzên Pêşmergeyan ê li Kobanêyê Serbaz Ehmed Gerdî wiha got: "Em bi çekên giran êrîşî kozikên terorîstan dikin. Li hin herêman her ku diçe em pêş ve diçin."
Gerdî li ser têlefonê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku me li Kobanêyê bi Artêşa Sûriyeya Azad û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re "yekîneya operasyonan" ava kiriye û em tevlî pevçûnan dibin.
- "Em bombe davêjin kozikên DÎŞIyê"
Gerdî destnîşan kir ku li Kobanêyê rewş ber bi başiyê ve diçe û wiha dewam kir: "Li çend gundan pevçûnên me yên bi DÎŞIyê re dewam dikin. Pêşmerge û YPG bi alîkariya hev şer dikin. Em bi çekên giran êrîşî kozikên terorîstan dikin. Em li hin herêman pêş ve diçin. Em xwe amade dikin ku operasyonên hevbeş çêkin. Em ê di demeke kurt de mizgîniya xêrê bidin."