Hat ragihandin ku Komîsyona Wezareta Edaletê ya Herêma Kurdistana Iraqê biryar da ku wextê peywira Barzanî were dirêjkirin. Parlementoya ku dê roja çarşemê bicive dê vê biryara komîsyonê binirxîne.
Berdevkê Wezareta Edaletê Nerîman Talîp di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de got, "Heta ku li Kurdistanê hilbijartina nû ya serokatiyê were kirin, Barzanî dê bi awayekî fermî li ser kar bîmine."
Talîp diyar kir ku ji bo dirêjkirina wextê peywira Barzanî, endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Alîkarê Serokê Parlementoya HKIyê Cafer Emînkî serî li Wezareta Edaletê da û wiha xeberda, "Endamên komîsyonê civiyan, teleb nirxandin û biryar dan ku hetanî hilbijartina nû ya serokatiyê Barzanî li ser peywira xwe bimîne."
Talîp diyar kir heke ku partiyên siyasî li hev nekin û biryarekê negrin, li gorî madeya 9emîn a yasaya ku di 2008an de hat qebûlkirin, Barzanî dê li ser wezîfeyê bimîne.
Li gor vê, tê destnîşankirin ku qeyrana serokatiyê ya li herêma Kurdistanê ji aliyê yasayê ve bi biryara Komîsyona Wezareta Edaletê ve hat çareserkirin. Lêbelê li bendêne ku partiyên siyasî jî li ser mijarê li hev bikin.