Piştî ku di 16ê hezîranê de Telafer ket destê DÎŞIyê, bi hezaran zarok li gel malbatên xwe hatin navçeya Sîncarê. Li Sîncarê zarokên ku li dibistan, mizgeft, tirb û binê piran dimînin, ji ber hewaya germ a ku dertê 50 pileyan, xwarina kêm û ewrên xubarê, her dem nexweş dikevin.
Malbat ji ber ku bi tevahî li mizgeft û dibistanan dimînin, hawirdor û cih ji hêla tenduristiyê ve paqij namîne û ev jî ji bo malbatan dibe sedema tirsê ku îxtimal heye zarok bi nexweşiyeke ku meriv ji hev hildin bikevin.
- Li tirban dimînin
Hin zarokên ku ji rûdanan bêhay in nizan in ka wan ji ber çi malên xwe terikandin. Huseyîn Çolakê 6 salî yê ku bi hevalên xwe re li dora mezelên li Tirba Hezretê Zeynebê dilîze, diyar kir ku wan her wext dengê gule û bombeyan dibihîst û wan hema ji nişka ve her tişt di cih de hîşt û di qaseya kamyonê de revîn.
Çolak diyar kir piştî ku hatin Sîncarê êdî tirsê xwe da zehmeta germê û wiha pê de çû: "Mala gelekî nêzîk e, lê em li vir di tirbê de dimînin. Înşelah em ê bizvirin mala xwe."
Berpirsê tirba ku malbatên tirkmen lê dimînin Emîr Eyûb Evdilah destnîşan kir ku heta niha 4 zarokên ku xwe spartin Sîncarê ji ber germê mirin.