Hat ragihandin ku artêşa Iraqê li Enbarê operasyon bir ser rêxistina DÎŞIyê û 5 milîtan hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastinê hat dayîn, yekîneyên 9emîn Tumena Zirxê li deverên Enbarê operasyon bir ser hedefên DÎŞIyê, 5 milîtanan mirin û wesaîtên leşkerî yên aîdê rêxistinê hatin îmhakirin.
Li gor daxuyaniyê de hat gotin ku îhtimala milîtanên DÎŞIyê nema ku li wan herêmên ku operasyon lê hatin kirin bimînin.