Hat ragihandin ku ji ber nexwaşiya ebolayê li Gîneyê heta niha 728 kesên ku ev nexwaşî bi wan re hebû baş bûn.
Daîreya Têkoşîne ya li Hember Nexweşiyan daxuyand ku li welêt di çileya pêşîn a 2013an de vê nexweşiyê dest pê kir. Ji çileya pêşîn a 2013an vir ve 728 kesên ku ji ber vê nexweşiyê tedawî didîtin baş bûn û ji nexweşxaneyê hatin derxistin.
Dîsa di daxuyaniyê de hat gotin ku ev hefteyeke nexweşiya Ebolayê tu kesî de peyda nebû.
Hat gotin ku li welêt ji par pê ve di 2 hezar û 199 kesan de nexwaşiya ebolayê hat tespîtkirin. Ji van 1373 kes mirin û gelek kes jî şerm kirin an nexwestin ku herin nexwaşxaneyê tedawî bibin.
Nexweşiya ebolayê herî zêde li paytext konakrî û li herêma Gekeduyê hatin tedawîkirin.
Serokê Daîreyê Sakoba Keîta got ku di demên dawîn de kêm kesan de ev nexweşî peyda bû û ew wisa texmîn dikin ku di nav 3 mehan de ev nexweşî wê ji holê rabe.
Li gor daneyên Rêxîstina Tenduristiyê ya Dinyayê li Afrîkaya Rojavayê qasî 7 hezar kes ji ber vê nexweşiyê mirin.