Fatih Gazioğlu
25 Hezîran 2019•Rojanekirin: 26 Hezîran 2019
Li Komara Demokratîk a Kongoyê (KDK) ji ber şewba ebolayê jimara miriyan gihişt hezar û 416 kesan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya KDKyê şewba li eyaleta Kivuya Bakur derketiye û heya eyaleta Ituriyê belav bûye û heta niha 2 hezar û 247 ji ber şewbê nexweş ketine.
Hat tesbîtkirin ku bi 2 hezar û 153 kesî re vîrusa Ebolayê heye.
Di şewbê de hezar û 416 kes mirin, 623 kesê vîrus pê ra heye jî pak bûn.
Di çarçoveya xebata ku ji 8ê Tebaxa 2018an pê va tê meşandin da derzî li 141 hezar û 754 kesan xistin.
Ebola cara ewil di sala 1976an da li Nzaraya bajarê Sudanê û Yambukuya bajarê KDKyê di heman heyamê da derketibû meydanê û di sala 2013an da jî li Afrîkaya Rojava belav bûbû.
Di navbera salên 2014-2017an da li Gîne, Lîberya û Sîerra Leoneyê vîrûsa ebolayê bi 30 hezar kesî belav bibû û ji 11 hezarî zêdetir kes ji ber vê nexweşiyê miribûn.