Hat îdiakirin ku di êrîşên ku balafirên şer ên aidê hêzên koalîsyonê û DYAyê birin li ser bajarê Kerkûka bajarê Iraqê de 70 milîtanên DÎŞIyê hatin kuştin.
Arîkarê Fermandarê Operasyonên li Kerkûkê Hîva Ebdûllah daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Balafirên koalîsyonê ji şeva din pê ve kozikên DÎŞIyê yên li ser derbasgeha Kerkûk-Mûsilê, herêma Telelwerdê û Mektep Xalida 12 kîlometro başûrê Kerkûkê, bombebaran kirin. Bombebaranê bi saetan berdewam kir û di bombebaranê de herî kêm 70 milîtanên DÎŞIyê mirin, 47 kes jî birîndar bûn. Di bombebaranê de wisa zirar dan 40 wesayîtên leşkerê yên aidê rêxistinê jî ku êdî nikarin wan bi kar bînin."
Ebdûllah got DÎŞI plan dike ku êrîşê Kerkûkê bike û wiha axivî: "Rêxistinê di van rojên dawîn de bi sedan milîtanên xwe li başûrê bajêr da bicîkirin."
Komên çekdar ên di bin serkêşiya DÎŞIya rêxistina terorê de di meha hezîranê de di serî de Mûsil kontrola hin herêman bi dest xistibû. Pevçûnên ku piştî vê yekê derketin berdewam dikin. DYA û hêzên koalîsyonê jî bi balafirên şer piştgirî didin artêşa Iraqê.