İSTANBUL
Rapora otopsiyê ya Nehîr Aslana (4) ku li Gurpinara navçeya Wanê, taxa Kirkgeçîtê winda bû û 4 meh û nîv şûnda cinazeyê wê hatibû dîtin, derket. Di raporê de hat ragihandin ku tu şiddet, destdirêjî li ser cesedê wê nehat tesbîtkirin.
Aslan di 29ê cotmeha 2014an de li Gurpinarê winda bû û 4 meh û nîv şûnda cinazeyê wê di lîla nêzî mala wan de hat dîtin. Der heqê mirina wê de jêpirsîn dewam dike. Di çarçoveya jêpirsînê de Daîreya Îhtisasê ya Morgê ya Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê otopsiya cinazeyê Aslanê kir.
Li gor otopsiyê tu şiddet û destdirêjî li ser cesedê wê nehat tesbîtkirin. Rapor ji Serdozgeriya Komarê ya Wanê ku li jêpirsînê dike, re hat şandin.
1emîn Lijneya Îhtisasê wê sedema teqez ya mirinaNehîr Aslanê kifş bike.
Cinazê Nehîr Aslanê ji bo otopsiyê di 14ê adarê de anîbûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Piştî ku li ser cinaze otopsî hat kirin, cinaze di 18ê adarê de li Gurpinarê hatibû definkirin.